Heger demsal hertim bihar be û qet nebe zivistan
Dil ji gulê, gul jî ji dilê diêşe
Evîn hertim ne avekî sare ku tu vexî û dilê xwe pê hênik bikî
Carnan wusa dikele ku dil û kezeba te dişewitîne
Carnan jî wusa cemidîye ku bêhna te pê disekinîne
Heger evîn hertim avekî sar û xweş bûya
Evîn ji dilê, dil jî ji evîne nedihesîya
Heger cîhan baxçeya fêkîyan be û mirov jî her tim bixwe
Evîn ji rewîştê, rewîşt jî ji xwe şerm dike
Cîhan ne tenê qada camêrane ku tu destê tazî şer bikî
Carnan bombeyekî dikare bajarekî ji holê rake
Carnan jî xençer li piştê ye haja te jê nîne
Heger cîhan tenê qada camêran bûya
Cîhan ji jîyanê, jîyan jî ji canê hez bikira
Heger mirov hertim kêf bike û tu kedekî nede vî jîyanê
Jiyan ji mirovê, mirov jî ji jîyanê dikerixe
Jîyan ne cîyekî seyranêye ku tu hertim bêhna xwe vedî
Carnan wusa guregure ne serî da por dihêle ne jî mejî
Carnan jî wusa hêdîye ku hema dikî biteqî
Heger jîyan hertim xweş û coş bûya
Jîyan ji giyanê, giyan jî ji jîyanê birevîya
Heger mêranî bi dilovanîyê bihata pîvan
Zordest ji çovê, çov jî ji xulamê bitirsîya
Bindestî ne tiştekî hêja ye ku tu pê serbilind bibî
Carnan wusa belaye hema dixazî cîda bimrî
Carnan jî wusa girane ji kerban nikarî bigrî
Heger Yezdan belayê zordestekî ê bi din nedaya
Girtî azadîyê, azadî jî mirovahîyê nedixwesta
Heger nivîskar gava dijîya bihata nirxandin
Pênûs lênûskê, lênûsk jî pênûsê ewqasî nas nedikir
Nivis dengê dîrokêye, dike ku haya me jî paşerojê hebe
Carnan dibêjî ev çi karê betalane dev jê berdidî
Carnan jî bi seetan nikarî peyvekî binivsî
Heger herkes wek te bikira û nirx nedaya nivisê
Pêşeroj ji te, tu jî ji dîrokê bê xeber dimayî
Heger ev mejîyê biçûk bikarîya Yezdanê mezin bifikre
Mejî ji fikrê, fikir jî ji mejîyê guman dikir
Yezdan ji cîh û demê dûre, her dem her cîyêye
Carnan wusa hûrûkûr difikire mirov
Carnan jî wusa westîyayî dipejirîne
Heger mirov ewqasî ne fikrîya
Serê ra mejî, mejî ra jî fikir hewce nedikir