Jump to content

Nûh

From Wikisource

Nûh di Tewratê de

[edit]

(Destpêkirin 6-9)

Çaxê Xwedê erd û ezman afirandin, her tişt qenc bû.

Lê mirovan zû ne li gor daxwazên Xwedê dikir û gava Xwedê li wan nihêrt, ew poşman bû. Xwedê li erdê nêrî û dît ku çiqas xera bûye. Erd tije zordarî bûbû, çimkî hemû mirovên li ser erdê, riya xwe xera kiribûn.

Xwedê got: «Gerek e hemû mirovên ku guhê xwe nadin min, bên cezakirin.Ezê mirov, heywan û teyrên ezmên ji ser rûyê erdê xîş bikim.»

Di wan rojan de di hemû dinyayê de mirovek bi tenê hebû ku bi dilê Xwedê bû. Ew zilamek rast û qenc bû û ji Xwedê ditirsiya. Navê wî Nûh bû.

Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hat. Çimkî ji rûyê wan, erd tije zordarî bûye. Ezê wan ji rûyê erdê helak bikim. Ji xwe re gemiyekê çêke. Di gemiyê de odan çêke û gemiyê ji derve û ji hundir ve zift bike. Divê gemî 133 metre dirêj be, 22 metre fireh be û 16 metre bilind be. Gemiyê sê qat çêke, banê wê jî çêke û deriyê gemiyê bixe tenişta wê.Ezê tofaneke mezin rakim û her tiştê ku bîhna jiyanê di wan de heye, wê helak bibe. Li ser rûyê erdê, hemû wê bimirin. Lê ezê peymana xwe bi te re girê bidim. Tu û kurên te û jina te û bûkên te, hûnê bikevin gemiyê.»

Nûh li gor emirê Xwedê ji darên mezin gemî çêkir û zift lê xist, da ku av nekeve wê. Gelek odên wê hebûn û banê wê hebû, pencere û derî di tenişta gemiyê de bûn.

Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Ji her cûreyê teyr, dewar û heywanan dido dido – nêr û mê – bibe gemiyê, da ku ew bi te re sax bimînin. Û ji hemû heywanên helal ji xwe re heft heft – nêr û mê – bistîne. Û ji her cûreyê xwarinê bi xwe re bibe, da ku ji bo we û wan bibe xwarin. Piştî heft rojan ezê 40 roj û 40 şevî baranê bibarînim; ezê her tiştê jîndar ji ser rûyê erdê xîş bikim.»

Nûh jî her tişt wek ku Xwedê jê re gotibû kir.

Çaxê Nûh 600 salî bû, di meha diduyan de, di roja 17ê mehê de, hemû kaniyên kûrahiyê derbûn û çaviyên ezmên vebûn û baran 40 roj û 40 şevî li ser erdê barî.

Çaxê tofanê dest pê kir, tam di wê rojê de, Nûh û kurên wî Sam, Ham û Yafet û jina Nûh û her sê bûkên wî ketin gemiyê. Piştre Xudan derî girt. Û wek ku Xwedê li wî emir kiribû, ji her cûreyê heywan, dewar û teyr, dido-dido li ba Nûh di gemiyê de bûn. Lê hemû mirovên ku guhê xwe nedidan Xwedê li derve man.


Li ser erdê 40 rojî tofan çêbû. Av zêde bû, gemî ji erdê rabû û gemî li ser rûyê avê diçû. Av li ser erdê zehf gelek bilind bû û hemû çiyayên bilind nixumandin. Av heft metre din jî bilind bû û çiya nixumandin.

Her tiştê ku li ser erdê diliviya – teyr, dewar û heywan û her tiştê ku li ser erdê dişêle – û her mirov helak bû. Hemûyên li bejê tevde fetisîn; her tiştê jîndar ku li ser erdê bû, tev hatin xîş kirin. Tenê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn man.

Av 150 rojan li ser erdê bilind ma. Hingê Xwedê Nûh û hemûyên ku pê re di gemiyê de bûn, anîn bîra xwe û ba li ser erdê rakir.Kaniyên kûrahiyê û çaviyên ezmên hatin girtin û baran sekinî. Hin bi hin av ji erdê kişiya û di roja 17ê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûnişt.

Piştî 40 rojî, Nûh pencera gemiyê vekir û qirik şand derve. Heta ku av li ser erdê zuwa bû, ew vir ve û wir ve firiya.

Hingê Nûh kevok jî şand, ku bibîne ka av ji ser rûyê erdê kişiyaye an na. Lê kevokê cih ji xwe re peyda nekir û vegeriya ba Nûh, çimkî av hê jî li ser tevahiya erdê bû. Nûh destê xwe dirêj kir, ew girt û anî gemiyê ba xwe.

Piştî heft rojên din wî carek din kevok şand. Êvarê kevok zivirî ba Nûh û va ye, peleke zeytûnê ê nû jêkirî di nikilê wê de bû. Hingê Nûh zanî ku av ji ser rûyê erdê kişiyaye.

Piştî heft rojên din wî cara sisiyan kevok şand, lê ew hew lê vegeriya.

Çaxê Nûh 601 salî bû, di roja 27ê meha diduyan de, erd bi tevahî zuwa bû. Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Hûn hemû, tu û jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe ji gemiyê derkevin. Hemû teyr, dewar û heywan û hemûyên ku li ser erdê dişêlin derxe, da ku ew li ser erdê belav bibin û zêde bibin.»

Îcar Nûh û her sê kurên wî û jina wî û bûkên wî derketin û hemû heywan û her teyr û her tiştê ku li ser erdê dilive, hemû jî ji gemiyê derketin.


Hingê Nûh ji Xudan re qurban pêşkêş kir. Wî ji keviran gorîgehek çêkir û çend heywanên helal û çend teyrên helal anî, serjêkirin û li ser gorîgehê şewitandin, kir gorî. Xudan ew gorî qebûl kirin û bi wan kêfxweş bû û ji xwe re got:

«Fikrên dilê mirov ji zaroktiya wî ve xerab in, lê dîsa jî ez ji rûyê mirov carek din erdê naxim bin nifirê. Êdî wek ku min kir, ez carek din li her tiþtê jîndar naxim.

Heta ku erd bimîne, çandinî û dirûn, sar û germ, havîn û zivistan, roj û şev xilas nabin.»


Xwedê Nûh û kurên wî bimbarek kirin û ji wan re got: «Zêde bibin û rûyê erdê tije bikin. Tirs û heybeta we wê bikeve ser hemû heywanên erdê û hemû teyrên ezmên, hemûyên ku li ser axê dişêlin û ser hemû masiyên deryayê; ew ji we re hatin dayîn. Ez her heywana ku dilive didim we ku ji bo we bibe xwarin; wek ku min giya û fêkî dane we, ez niha her tiştî didim we. Lê belê goştê bi xwîn nexwin. Çimkî jiyan di xwînê de ye.

Bi rastî, kî xwîna we birijîne, ezê hesabê wê jê bixwazim; ezê wê ji her heywanî û ji her mirovî bixwazim.

Her kî xwîna mirov birijîne, Xwîna wî wê bi destê mirov bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkir.

Hûn berdar bibin û li ser erdê zêde bibin.»

Hingê Xwedê weha ji Nûh û kurên wî re got: «Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re û bi hemû heywan, teyr û dewaran re,qayîm dikim. Êdî tofana ku erdê helak bike, hew çêdibe. Nîşana peymana ku ez dixim nav xwe û we û her afirînê jîndar ê ku bi we re ye, her û her ji bo hemû nifşan ev e:

Min keskesor xistiye ewran, ewê di nav min û erdê de bibe nîşana peymanê. Kengê ez ewran bînim ser erdê û keskesor di ewran de bê dîtin, ezê peymana di nav xwe û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe. Êdî ji bo helakkirina her tiştê jîndar, qet carek din av nabe tofan. Kengê keskesor di ewran de hebe, ezê wê bibînim û ezê peymana herheyî ya di nav min û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe.»

Nûh di Încîlê de

[edit]

Di Peymana Nû de 8 caran behsa Nûh tê kirin.

Îsa Mesîh got ku rojên berî ku ewê dîsa bê vê dinyayê, wê wek rojên Nûh bin. "Di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê, wan nizanibû ku wê çi bibe heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Çaxê Mesîh wê dîsa bê, wê bi vî awayî be. Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiştin. Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin. Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê." (Metta 24)

Baweriya Nûh tê qebûlkirin: "Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê." (Îbranî 11:7)

Çîroka Pêxember Nûh li gora ola Îslam ê

[edit]

KEŞTÎYA HZ. NUH

Ji Hz. Adem û Hava gellekî zarok çê bûn û ewna jî hêdî hêdî zêde bûn. Dû mirina wan neslê wan bi destê zarokê wan berdewan kir. Bi vî avayî pirr pirr salan şûva bêhejmar mîrov serê erdê peyda bûn. Lêbelê ewna ji ser riya rast der ketin û pirr bednav û bê exlaq bûn. Hev dixistin, hevdira tiştê nebaş digotin û car caran jî hevûdin dikuştin. Wana him Xwedê ra niyaz nedikirin, him ji bo qenciyên ku Xwedê dabû wan jî şûkir nedikirin. Wana bi temamî Xwedê bîra xwe kirî bûn . Wana wer bawer dikir ku, ewna hê hewceyê Xwedê nînin û qet nedixwestin ku tistekî ji wî bibihîsin. Bi ser da jî bi xwe ra ji daran, an jî keviran pût çê kirûn û ber wana da hustiyê xwe xar dikirin û secde dikirin. Bawer dikirin ku va pûtana wana ra alîkarî dikin an jî zerarê didin wana. Lêbelê tenê Xwedê ku, yê mîrê erd û ezmanan e, babetî perestinê ye. Ji ber ku wî, hemû heywan, av, dar û zozan ji bona ku mîrovan ra xizmetê bikin afirandî ye. Wî aqil daye însanan ku bila ser vî kaînatê raman bikin. Wî bi çêyiyên bêhêjmar însan ra alîkarî kirîye û dike. Tav, hîv û stêr daye bin xizmeta wan ku mîrov wextê bipîvên û rê û dirbê xwe bikanin derbixînin. Lêbelê mîrovan dîsa jî dilovaniya Xwedê înkar kirin û pûtên xwe ra secde kirin. Ji bona va mîrovên nebaş Xwedê wana ra pêxamber Nuh şand ku, wana va kirênê wanî nebaş dûrbixîne. Hz. Nuh mîrovekê pirr baş, xwedî teqwa bû û Xwedê pirr bawerî dikir.

Xwedê wîna ra çi got, Nuh wer kir. Wî bi salan gûnd bi gûnd her derî geriya û kuderê mîrovek dît, jê ra bi dengekî bilind got:

“Ey gellê min, Xwedê afrandarê we ye û tenê ew nîmetên baş dide we. Dîsa vegerin Xwedê û tenê Wîna ra secde bikin û ji tenê Wî alîkariyê bixwezin. Ji pûtan ra secde kirinê biqedînin. Ewna tenê dar û kevirin. Ez tenê dixwezim ku şîretekî baş bidim we, min guhdarî bikin, baweriya xwe bi Xwedê bînin, ez tistêkî din ji we naxwezim.”

Nav wan da mîrovên dilpak û baqil ji Hz. Nuh ra aha gotin: ”Bi rastî jî gotina Nuh e. Em pûtên mirî ra, ku yên me bi destê xwe çê kirîne ra secde dikin. Ew rast dibejî. Îro şûva werin, em Xwedê ra secde bikin û ji van pûtana dûr bikevin.”

Lêbelê mîrovên dewlemend, qure û xwînsar jî, ku pirahiyê da bûn, nedixwestin guhdariyê Hz. Nuh bikin û li dij wî derketin: ”Na, va pûtana Xwedê men e ! Em tu carî wana bernadin. Tu kî yî ku em gotina te bikin? Tu mîrovekî belengaz û lawaz î. Lêbelê em mîrovên baqil û sehîkerin. Eger wusa nebûna em dewlemend nedibûn. Em naxwezin guh bidin te.“

Lê Hz. Nuh bêzar ne bû. Tim û tim diçû cem wan û ew dawetî riya rast dikirin û digot :“ Dest ji van pûtên xwe berbidin!“ Ewna jî lewma pirr diqahriyan û digotin: “Na tu dînî, çî yî? Me tiştekî aha hettanî îroj qet nebîhîstî bû. Ey Nuh, te çi bîye, te aqlê xwe wanda kirîye?“

Hz. Nuh jî aha bersiv da:“ Min çewt fam nekin, ez dîn ninim. Xwedê ez we ra pêxamber şandim. Ji ber ku hûn li ser riya rast derketine û ji putên ku we pê destên xwe çê kirîne ra secde dikin. Va li cem Xwedê tiştekî pir nebaş e.” Mêrivekî nav van mîrovan da pirr qahriya, pê xwe nekaniya û Hz. Nuh ra got:“ Tu mîroveki neçarî. Ma ji bona çiyê te Xwedê te ji mera pexamber bişîne? Ma mîrovekî te baştir û te dewlementir ji bo vî kara tune bû?“

Hz. Nuh gellekî pozxîn bû: “Belê, ez mêrivekî neçarim. Lêbelê Xwedê qûlê xwe ku, yên bi dil bi Wî girêdayîne pir hez dike. Gava hûn va qezîyana nebijin û gotina min bikin, wê gavê Xwedê we jî hez dike, we dike cenneta Xwe. Ew afirandarê we ye. Ew rûhê we digrî û we roja qîyametê dîsa hişyar dike. Xwedê wê rojê we hemû tiştan dipirse.”

Dû qisedana Hz. Nuh ewna hinekî ber xwe ketin û yêkî ji wan got: “Nuh, ricayek me ji te heye, gava tu tenê mîroven dewlemend û sozdar dor xwe kom bikî, we demê dibe ku em dû te werin. Tev mîrovên neçar û qilêr em naxwezin hev ra bibin. Em naxwezin bidû te tev wana bibin yek, va ji bona me pirr çetin e.“

Bi êşên ji dil Hz. Nuh vî mêrivê poz bilind ra wusa bersiv da: “ Çi sucê mîrovên neçar hene ku neçarî ji wan qewimî ye? Ewna jî xwedî dilekê paqîjin, dilê wan tenê Xwedê ra qûltî kirin û guhdarî kirinê ra hazîrin.“

Ser vê gotina ewna pirr hêrs ketin û bi hevra gotin: “Gava wusa ye, me dûr bisekine. Te teklîfa me qebûl nekir, lewma qet pêwîst nîne ku tu dîsa tev me ser vê mijariya qezî bikî. Em gotina te nakin.»

Feqet Pêxamber Nuh nedixwest ku dest jê ber bide. Dîsa jî hema hema her roj diçû cem wan û ewna dawetê Îslamê dikir. Guh neda wan û bê razan berdewam kir ku, wan bîne ser riya rast: ”Ji Xwedê borandinê bixwezin! Ew we diborîne û xelat dike, ser erdê jî rewşa we baş dibe. Zeviyên we berdar û hasilata we pirr dibe, gellekî zarokan jî dide we. Lêbelê gerek hûn bîra xwe nekin ku Xwedê we afirandîye. Bi rastî va ji bona Xwedê tiştekî pir hêsane, hela carekî mêze dora xwe bikin, Wî tav, hîv û hemu histêrik jî afirandîye. Wî hemû xweza daye bin emrê we. Hey gellê min, ma hûn ji bona feqîriya min naxwezin min bawer bikin? Qet ne be baweriya xwe Xwedê binin. Wî hemû va çêyîtiya û dewlemendiya we ra dîyarî kirîye. Gava hûn hê şîretên min guhdarî nekin, wê demê cezayê Xwedê we ra dibe heq. Ez mirovek ji we me û naxwezim hûn bên ceza kirinê. Gava tofana Xwedê were, wê demê tu kes nikane xwe ber xilas bike!”

Mîrovên yê nedixastin dengê Hz. Nuh bibên, destê xwe dan ser guhên xwe. Hinekan jî pê kincên xwe devrûyê xwe vedişartin ku Hz. Nuh wana nebînî. Hz. Nuh derket hember wan û wan ra got:“ Hîna cezayê Xwedê nehatîye û pirr dereng nine, zu gotina min bikin û îmana xwe ji min bînin!”

Wan devrûyê xwe ve kirin û dadan Hz. Nuh: ”Tu tenê dixazî me bitirsînî. Nuh, tu pirr pêşta terî! Here û tofanê Xwedê mera bîne ! Dema em dîsa gotinên wusayê tirs û xirab te bibîhîsin, em te şûnê da bikujin! Ji bona te îroj şuva tiştê herî baş, bê dengî ye! »

Dû çûyîna wan Hz. Nuh destê xwe vekir û dua kir : »Ey Xwedêyê min, min ew dawetê riya te kirin. Lêbelê wan guhdariya min nekirim. Min heqqê cezayê te da ewna agahdar kirin, lêbelê wan pê min henekê xwe kirin. Va mîrovana hê terin hê nebaş dibin û naxazin guhdarî min bikin. Ey Rebbê min, ez ditirsim ku yê dû vana tên jî mîna wan nebaş bibin, belkî jî vana nebaştir dibin. Min, bavê min, diya min, mêr û jinên guhdarî min kirine ef bike. Xwedayê min, wa hemû însanê din jî helak bike.»

Xwedê xastina Hz. Nuh bîhîst û got: ”Pozxîn nebe, Nuh. Metirse jî. Ez gerekî va însanê bê îman giştîke bixendiqînim. Tenê tu û yê tera dilsozin gerek bifilitin. Min te ra çi got, wer bike! Keştîkekê mezin çê bike û benda emrê min bisekine.“

Hz. Nuh hema dest pê çe kirina keştiyê kir. Karekê pir mezin û çetin bû. Şev û roj bê westayî keştî çê kir. Wexta mirovan bihîst ku Hz. Nuh keştîyekê pirr mezin çê dike gişt komî serê Nuh bûn û pê henekê xwe kirin, gotin: “Tu li vir çi dikî dînê dur? Tu hê naxazî pexambertiyê bikî? Her hal karên xeratan xweş ya wî çu û pexambertî cî hişt. Keştîyek nava çolê da? Keştîyek ser erdê zaha? Gerek keştî çer bê av here? Mirov niha dibînî ku tu dînî!“ Hz. Nuh wiha bersiv da :“Bisekinin û sebir bikin! Gerek hun demekî kin da bibînin, çi dibe“

Wana got: “Na! Nuh, gerek em tu tiştekê nebînin. Belê, tu mirovekê dînî.“

Roj zu derbaz bûn. Wexta çêkirina keştiya mezin qediya, Xwedê Hz. Nuh ra got:“ Niha jî tev malbat xwe û mîrovên dû te hatin bikeve keştiyê. Hemû cinsên heywanan da jî cot bi cot tev xwe bigre.“

Hz. Nuh tev malbat û mîrovên îman bi wî hanî bûn dest bi kar kirin. Cotek deve, qatir, pez, xezal, gûr, rovî, zurefe, fîl, meymun, mirîşk, xarxarik, qang, kevok, şêr û bi hezaran heywanên mezin û piçuk hanîn kirin keştiyê. Gellekî av û xarin jî, ji bona malbata xwe û heywanan girt keştiyê. Wî ji bona heywanan keştiyê da axûrên piçuk jî çê kir û heywan kirinê. Hemuyan ra cî hebû û tu cîns heywan derva nema. Hz. Nuh dû fermana Xwedê tev malbata xwe sîyarî keştiyê bû. Derî û şibaqê keştiyê rind kîp kirin û ser roja mezin ku Xwedê xebera cezayê dabû sikiniyan. Pirr derbaz nebû ew roj hat : Bahakê pirr xurt ewrên giran û tarî tev xwe hanîn. Tav ket talda ewran û hemu der tarî bû. Brûsk vedijiyan û girmiya ewran hemû dûnya dilerziya. Carê da tofanê dest pê kir û bi çengan baran bariya. Tev baranê her aliyê erdê da jî avê kil da. Hemû mal û melal, rê, baxçe, bostan û daristan jî ketin bin avê. Hîna insanan fam kir ku kareseta Hz. Nuh xeber da bû hat. Berê xwe dan çîyayên bilind ku xwe xilas bikin. Lêbelê her diçû baranê zêde dikir. Avê keştî rajand û bilind kir, bahê jî da ber xwe. Her aliyê da qêrîn û dengê mîrovan dahat guhê wan. Bela wan hati bû û kesekê nedikaniya xwe biparêzîne.

Hz. Nuh pencirê da temaşeyê der dikir ku hela çi dibe. Carekîda lawê xwe dît. Wî bavê xwe bawer nekirî bû û neketibû keştiyê. Wî jî dikir derkevî serê çîyakekê ku xwe biparêzine. Hz. Nuh ban lawê xwe kir û got: “Lawê min, çi dibe tev me were, were ser keştiyê. Mewe hevalê bê bawermendan.” Feqet lawê wî jî wûsa bersiv da: “Na, ez bi xwe dikanim derkevim serê çiyan û xwe biparêzim.” Feqet Hz. Nuh jê dest ber ne da û got:“ Îroj tenê mîrovên ku yê Xwedê jê ra hatîye rehmê tên pariztinê û dikanin stargehkê ba Wî bibînin.“

Hîna Hz. Nuh gotina xwe neqedandi bû ku, pêlgekê mezin ew girt û bir.

Baran şev û roj dibariya û av bilind dibû. Mal, dar û ber, çîyayên herî bilind jî ketin bin avê. Erd nedahat dîtinê. Her der bû behr. Hemu tişt ku, yê nedikaniyan avê da jîyana xwe berdewam bikin miriyan. Bê însan û heywanê keştiyê da serê erdê kes nema. Av hîna bilind dibû û bahê jî behra reş û tarî nav hev dixist. Keştî jî tev pêlê avê diçu û dahat, radijiya.

Hêdî hêdî baran sekiniya, ewrên tarî belav bûn, bah sekinî û car caran jî tavê xwe nav ewran da nîşan dida, ezman sayî bû. Erd demekê dirêj bin avê da ma. Heyan rojekê keştî derkê ket û ciyê xwe da sekiniya avê ew gerand. Keştî serê çîyakê sekiniya bû û navê wî jî çîyayê Agriyê. Wexta Hz. Nuh ji keştiyê der ket pir dilxweş bû. Wî Xwedê ra şukir kir ku ew û malbata xwe bi keştî vê tofana hatin paraztinê. Wexta kurê wî hat bîra wî ew gellekî xemgin bû û got: “Ey Xwedayê min, ew jî malbata min bû. Hemû gotinê te rastin. Tu dadgerî heri mezinî.»

Xwedê jî wî ra got: »Ey Nuh, lawê te ne malbata te bû. Ew mîrovekê bê bawermend bû. Gerek tu ber însanê bê bawermend nekevî. »

Hz. Nuh desta ji Xwedê ef kirin xast. Xwedê jî duayên wî qebul kir.

Hêdî hêdî hemu tişt mîna belê dibû. Dar û kulîlk dîsa hêşin bûn, heywanan jî lotik dan xwe û serê erdê belav bûn. Zarokên Hz. Nuh dîsa bûn xwedî zarok û zêde bûn. Mêr û jin dîsa serê erde belav bûn, dîsa bûn xwedî bostan, baxçe mal û melal, zevî hajotin û Xanî çê kirin.

Bi vî avayî Xwedê mîrovên ku yê fermanên wî tînin şûnê û rindiyê dikin xelat dike. Û mîrovên kû xwe şaş dikin û Xwedê bîra xwe dikin, putan ra jî secde dikin (hustiyê xwe xar dikin) cezayê xwe dikşînin. Gava mirov tiştekî nebaş kir û pê hesiya, gerek ew poşman bûna xwe bîne zimîn. Wusa nekirin dibe sebeba cezakirina wî û ji bona poşman bûne dibe ku dereng be.

Çavkanî

[edit]

Ji zimanê elmanî: Remezan Derbaz.